Kitêba li ser xebat û jiyana rojnameger Şîfa Gerdî, bi navê “Şîfa GerdînÇîroka Rojnamevaneke Wêrek” derket. Berhem ji aliyê hevkarên Gerdî,nTora Medyayî ya Rûdawê ve hatiye amadekirin û Besam Mistefa jî jinsoranî wergerandiye kurmancî.nŞîfa Gerdî sala 1987an wek gelek zarokên welatê xwe li Kampa Zêwe,nkampa penaberan, Rojhilatê Kurdistanê hate dinyayê. Piştî xwendinanmedyayê li Rûdawê dest bi karê rojnamevanî kir. 2016an operasyonankontrolkirina Mûsilê dest pê kir. Ligel destpêkirina operasyonê, binprogrameke rojane bi navê “Focus Mûsil” derket ser ekrana Rûdawê. Linser daxwaza xwe diçû Mûsilê û bi şevan çîrok û hevpeyvîn û dîmenênnbalkêş ên komkirî li Mûsilê nîşanî temaşevanan dida, wek pêşkêşkarekencîhanî derdiket. Ew li çîrokên mirovî digeriya. Rojekê behsançarenivîsa keçên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin dikir. Rojeke dinnçîroka kalemêr û pîrejin û zarokên wan ên reviyayî vedigot. Rojekênlihawarçûnên tendirustî û xorakî lêkolîn dikir. Rojekê jî temaşevanntûşî sûprîzê dikirin û bi kîvroşkeke birîndar re derdiket ser ekranê.nRoja 25.02.2017an Şîfa Gerdî careke din çûbû Mûsilê da çîrokeke din jinprograma xwe re bîne. Plana wê ew bû ku dotira rojê mêvanekî şarezanbibe ser Çala Xesfeyê, ku Çala Mirinê bû û DAIŞê bi dehan însan tê denkuştibûn. Lê nikarîbû vê yekê bike, di dema kar de û di nava hizrînanli ser anîna çîrokeke cengê de, bi bombeyekê jiyana xwe ji dest da.nDi vê berhemê de ligel bîranîn û nivîsar, teksten edebî û peyamênnsersaxiyê, lêkolîna akademîk a Şîfa Gerdî a bi navê “Rûdaw çawanhilbijartinan rûmal dike?” dike ku mirov vê rojnamevana wêrek û şarezanji nêz ve binase.
Internet Explorer tarayıcısının 9.0 ve daha eski sürümlerini desteklememekteyiz. Web sitemizi doğru görüntüleyebilmek için tarayıcınızı güncelleyebilirsiniz, güncelleyemiyorsanız başka bir tarayıcıyı ücretsiz yükleyebilirsiniz.