Jı Nûbıharê 10 Kıtêbên Zarokan Nûbiharê ji bo zarokan deh kitêb pevre weşandin. Kitêbên ku bi navê “Seta Daristana Şêrîn” hatine weşandin neh hebên wan rengîn, yek jî reşbelek e; yanî kitêba xêzkirin û rengandinê ye. Li dawiya her kitêbê, li gorî naveroka wê hin pirsên azmûnkariyê û ferhengokek biçûk jî hatine amadekirin. Bı Zarê Xweş, Jı Bo Zarokên Xweşık Rûpelên kitêban, bi nîgarên rengareng xemilandî ne. Nivîsên wan digel nîgaran hûnandî... Metnê kitêban, nivîskar bi xwe vejandiye; ne ku folklorîk û werger e. Lehengên van kitêban ajal in. Li ser zarê wan bi awayekî pedagojîk zarok tên perwerandin. Ewana gelek têgehên razberî hînî zarokan dikin, herwekî; arîkarî, hevaltî, hevkarî, quretî, nefsbiçûkî, wêrekî, tirsonekî û gelek tiştên din... Jiyana lehengan, li Daristana Şêrîn dibore. Ewana her çar danê salê jî dibînin. Gelek tiştan fêr dibin û fêr dikin; biharî gul û gihayê, havînî tîn û tîrêjan, payîzî pûş û xezanan, zivistanî berf û baranan û gelek tiştên din... Ajalên Daristana Şêrîn, bi tevgerên xwe yên li malê, li mektebê û digel hevalan jî, ji bo xûyê xweş û karekterê baş dibin rêber û rênuma ji bo zarokan. Seta Darıstana Şêrîn: 1-Poşmaniya Mar 6-Çirçirk û Cîranên Wê 2-Kanûgrû Gogo 7-Xewa Piling Pîlo 3-Sihorîka Tirsonek 8-Roja Bava 4-Hechecika Delal 9-Malbata Meymûn Xanim 5-Roja Dayikan 10-Reşbelaka Daristana Şêrîn
(Tanıtım Bülteninden)
Medya Cinsi: Ciltsiz
Sayfa Sayısı: 240
Ebat: 14x21
İlk Baskı Yılı: 2017
Hamur Tipi: 2.Hamur
Baskı Sayısı: 1. Basım
Internet Explorer tarayıcısının 9.0 ve daha eski sürümlerini desteklememekteyiz. Web sitemizi doğru görüntüleyebilmek için tarayıcınızı güncelleyebilirsiniz, güncelleyemiyorsanız başka bir tarayıcıyı ücretsiz yükleyebilirsiniz.