Bor romaneke pirqatmanî ye. Nivîskar bûyer ber bi bêmekanî, bêzayendî û bêzemaniyê ve kişandiye û li wir, bi ‘Bor’an çîrokeke pirqatmanî saz kiriye. Di sazkirina wê pirqatmaniyê de jî ji berbelaviyê bêhtir berê xwîner dide kûrahiyê ku rastiya rastîn li wir veşartî ye; Xwezî di çîroka Şehrazad a Şeva hezarî de yek biçûya tora xwe biavêta behrê, cêr biketa nava torê, ji nava torê biketa erdê, ga derketa holê, rih derketa ji bedena gayê, xatir bixwasta ji xwediyê torê, hema bê hesap û kitêb berê xwe bida rê, şev û roj biçûya têr nebûya ji meşê, çîrok neqediya, dor nehata şeva hezar û yekê(…) Bor mînakeke serkeftî ya şêwaza şîpehişî ye…
(Tanıtım Bülteninden)
Internet Explorer tarayıcısının 9.0 ve daha eski sürümlerini desteklememekteyiz. Web sitemizi doğru görüntüleyebilmek için tarayıcınızı güncelleyebilirsiniz, güncelleyemiyorsanız başka bir tarayıcıyı ücretsiz yükleyebilirsiniz.