Arkadaşını Davet Et


Ebu Eli Ehmed ibn Yaqube MiskeweyhiKürt EdebiyatıTecarip ul-Umem
Ebu Eli Ehmed ibn Yaqube MiskeweyhiKürt EdebiyatıTecarip ul-Umem
Ebu Eli EhmedKürt Edebiyatı KitaplarıTecarib ul-Umem

Tecarib ul-Umem (9786052246115)

5,00
Para Puan : 100
İndirim Oranı : %54 İndirim
KDV Dahil : $27.20
İndirimli : $11.70  + KDV
KDV Dahil : $12.51
Barkod : 9786052246115
10-20 Euro Kitaplar
KÜ-6

Beşên li ser kurdan ên “Tecarib ul-Umem”a Ebû Elî Ehmed ibn Yaqûbê Miskeweyhi, ji aliye Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hate wergerandin û bi navê “Kurd di tarîxa Miskeweyhi de” derket. Di koleksiyona Avesta a bi navê “Kurd di tarîx û seyahetnameyên erebî de” berî niha beşên tarîxa Ibn el-Esîr û Teberî çap bûbûn.
nYek ji nivîskar û tarîxnasên Islamê yên navdar û nûjen Ebû Elî Ehmed Miskeweyhi ye ku di navbera salên 320/932 û 421/1030î de jiyaye. Ji ber ku xebatên Miskweyhi bêhtir li ser felsefe û filosofiyê ne ew wek dîroknasekî fîlosof tê nasîn û cara pêşî li tarîxê jî bi çavê raman û fikrên felsefê nihêriye û dîrokê bi amanca dersjêgirtin, şîretkarî û tecrûbe bi kar aniye.
nEv berhema Miskeweyhi ya bi navê Tecarib ul-Umemê karekî ramanî ye ku li ser têgeheke sedemwarî û çavdêriyeke bi baldarî ya amanc û erka nivîskarî hatiye avakirin. Ji ber vê ye ku Miskeweyhi di ser dîroknasên berî xwe yên ku berhemên xwe bi erebî nivîsandine re, tê girtin, çunkî ew dîrokê bi tenê tomarkirina bûyeran û daneheva wan nabîne.
nGava meriv li pêşgotina Tecarîb ul-Umemê dinêre xwiya dibe ku li gorî Miskeweyhi tarîx civandina hinek bûyeran e ku li pey hev qewimîne û dubare dibin. Meriv dikare ji wan bûyeran ji bo jiyana kesayetî û civakî tecrûbe û sûd wergire. Gava meriv li wan dinêre û ji wan tecrûbe werdigire hingê meriv dikare di pêş de û di jiyana xwe ya rojane de xwe jê biparêze û nekeve wan şaşiyan yan jî bi hêsayî û serkeftî jê xelas bibe.
nJi ber vê jî nêrîna dîroknasên misilmanan yên piştî Miskeweyhi belkî jî bi tesîra wî, ya ser tarîxê guheriye û wan dest bi nivîsîna tarîxê ji bo dersjêgirtin, şîretkarî û ibretê kiriye û bi wê mebestê sedem û delîlan bi kar anîne. Lê Miskeweyhi çawa di vê de li pêş bûye, herweha ew yê pêşî bûye, belkî jî takekes bûye ku tarîxê ji bo amanc û riya delîlên felsefî, nêrînên exlaqî û pragmatik kiriye rêbazek ji xwe re.
n
n

nn

 

n
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: TR