Rêxistinên çekdar ên îslamîst û paşxaneya wan mijara vê xebatê ne. Avabûn û çalakiyên bizavên wek El Qaîde, DAIŞ, En Nusra, Boko Heram, El Şebab, Ensarul Îslam, Cundullah-Ceyşul Edl, Heşda Şe’bî û hwd. di vê berhemê de cih digrin.
n
Serpêhatiya serkirdeyên tundrev yên wek Ebdullah Ezzam, Usame Bin Ladin, Ebû Mûseb El Zerqawî, Ebûbekir El Bexdadî Ebû Muhemmed El Colanî, Eymen El Zewahirî, Mele Fatih Kirêkar û hwd. ku bi daxuyanî û çalakiyên xwe bala cîhanê kişandine, bi berfirehî hatiye behskirin.
n
El Qaîde çawa derket? Çi faktoran di bihêzbûna Bin Ladin de rol lîst? Ferqa El Qaîde û Talîbanê çi ye? Rêxistinên wek DAIŞ û En Nusra çawa ji nav El Qaîdeyê derketin? Têkiliya Boko Heram, El Şebab û saziyên din bi El Qaîdeyê re çi ye? Kitêb, li bersiva van pirsan digere.
n
Nakokiya di navbera Ezzam û Bin Ladin, nîqaşa di nava Bin Ladin-El Zewahirî û Zerqawî de, cudabûna En Nusrayê ji DAIŞê, nelihevkirina Colanî û Bexdadî û şerê En Nusra û DAIŞê bi sedemên xwe ve hatine vegotin.
n
El Qaîde li Kurdistanê çawa birêxistin bû, bandora wê li ser bizavên îslamî çi bû, tevgerên çekdar li vê derê çawa belav bûn, Zerqawî çawa ji Îranê hat Kurdistanê û bi saziyên vir re têkilî danî? Bersiva van pirsan û gelek pirsên din di vê xebatê de ye...
n
n
(Tanıtım Bülteninden)
n