Ji xortekî ciwan berhemeke navosere...
n
Belê, dema mirov vê berhemê dixwîne û dibihîze xwedîyê vê berhemê ji berhema xwe biçûktir e, tenê bişirîneke henûn li ser rûyê mirov kon vedigire.
n
Ji bo afirandina berhemeke wiha, bi kêmanî tecrubeyeke bîst - sîh salan hewce ye, lê vî xortî berhemeke ji temenê xwe mezintir nivîsiye û xistîye xizmeta edebîyata kurdî.
n
Nivîskar, bi kurdîyeke şîrîn li ser tevneke travmatîk derûnîya xortekî jîr û zîrek dirêse.
n
Pirê caran mejî, ji ber hêza xwe ya efsûnî di serî de hilnayê; tehemul nake û dixwaze bi çargavî bibeze, xwe li asoyên bêsînor biqewimîne, lê şert û merc nahêlin.
n
Her kî vê berhemê bixwîne, ew ê bi xwe jî bi lehengê berhemê re bibe hevrê û di hin qonaxan re bi hev re bimeşin.
n
Û ev berhem, herwiha travmaya civakeke ketî û belengaz e jî.
n
n
(Tanıtım Bülteninden)
n