Arkadaşını Davet Et


Ähnliche Produkte
Koçera Kej
Harbi SoyluKürt Edebiyatı KitaplarıKoçera Kej

Koçera Kej (9786055585457)

0,00
Geldpunkte : 100
Strichcode : 9786055585457
5-10 Euro Kitaplar
Yekem kitêba Harbî Soylu a çîrokan bi navê "Koçera Kej" ji nav weşanên Avesta derket. Harbî Soylu di destpêka salên 90î de kete hepsê. Dor deh salan di hepsên Diyarbekir, Entab û Bartinê de ma. Di hepsê de dest bi xwendin û nivîsandina kurdî kir. Çîrokên wî heta niha gelek xelat wergirtine.Ji çîroka "Koçera Kej"Serê vê sibehê bêhna te û bêhna payizê bi hev ra bi ser min da tê, bi bayê ecem ra. Ev çend demsal in ez ji te û ji bêhna te, ji bedewbûna te, ji xeml û rewşa te bêpar û bêxeber im. Ez bîra te dikim. Bîra zaroktiya te, bîra bedewbûna te û bêhna porê te dikim.Çend sal in te nabînim? Nizanim, gelo ez qet dikevime bîra te an na? Gelo tu jî qet bîra min dikî an na?Payizeke sar bû. Cot û cobar xelas bibûn. Zozan daketibûn deştê. Koçeran koçên xwe bar kiribûn, ber bi welatê jêrê diçûn. Wê demê bi kesereke giran, koça min jî bar kiribû, koçera min a kej. Dema malbavên te konên xwe pêçan, wê demê te jî konê evîna min pêça û danî pişt sitûnê. Wê demê xem û xeyalên min, bi te ra ketin xurca li ser pişta hêstira we ya boz û bi te ra li çol û mexelan geriyan. Nizanim te li çend waran danî? Dibe ku te qet ji ser pişta hêstirê jî daneynin.
Basım Dili : Türkçe
Basım Yeri : İstanbul
Sayfa Sayısı : 106
En / Boy : 13 / 19.5
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Tarihi : .2011
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: DE