Tabloyên di ve kitêbê de, di nusxeya yekemîn a Şerefnameyê de hatine çêkirin. Ev nusxe bi ihtîmaleke mezin bi destxeta Mîr Şerefxan bi xwe hatiye nivîsandin. Her tablo, dema ku di Şerefnameyê de dora mijar û behsa wan derbas bûye, hatine çêkirin û bûyereke dîrokî îzah dikin. Nusxeya yekê ya Şerefnameyê ku tablo tê de ne, di Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê de ye. Kopiyên di kitêbê de cî digrin, ji wir hatine girtin. Tablo, li ser jiyana civakî a li Kurdistanê fikrên cihê didin mirov. ‘Ebdurreqîb Yûsif ji yekê heta bi bîstan van tabloyan ji gelek aliyan ve analîz dike.
Internet Explorer tarayıcısının 9.0 ve daha eski sürümlerini desteklememekteyiz. Web sitemizi doğru görüntüleyebilmek için tarayıcınızı güncelleyebilirsiniz, güncelleyemiyorsanız başka bir tarayıcıyı ücretsiz yükleyebilirsiniz.