Arkadaşını Davet Et


Ähnliche Produkte
Fawaz HusenKürtçeHeftiyeke Direj li Amede
Fawaz HusenKürtçeHeftiyeke Direj li Amede
Fawaz HusenKürtçeHeftiyeke Direj li Amede

Heftiyeke Direj li Amede (9786059082396)

0,00
Geldpunkte : 100
Strichcode : 9786059082396

Romana nu a Fawaz Husen "Heftiyeke direj li Amede" di nav weşanen Avesta de derket.
Ferzende penci sali nive temene xwe li Parise dibihurine u vedigere bajare xwe Amude li Rojavaye Kurdistane u Suriya di nava agiren Bihara Ereban de. Ew bi balefire diçe Tirkiye da ku ji we dere ber bi başur u sinore bi zeviyen mayinan u telen direyi ve dakeve. Ew ji herkesi re dubare dike ku ew amudi ye u armanca wi ew e ku şeveke sax li ber sinor bimine, li lempe u ronahiyen bajare xwe temaşe bike u di ku re zirav dibe bil adi wir re biqete. Pişti Stembole, ew diçe Amede, paytexta Kurdistana Bakur. Ew heftiyeke li bajare diroki dimine, rasti beşeki mezin ji diroka kurden bakur di nav si salen dawin de te u bi taybeti te digihije ku çend kes li nava kelehe ji nasnameya wi ya kurdeki binxeti bawer nakin u wi weke miroveki din dibinin. Pişti ku derdeki mezin ji ser dile xwe dide ali, ew diçe Merdine, li ber sinor radiweste, lempeyen Amude dibine u dide ser axa nerm a hemu niyaz u metirsiyan. We gave, ew digihije pengava dawin a rewitiya xwe u pergi demen çi şerin çi xemginbar en zaroktiya xwe ya li Kurdistane te.

Berhema di nav desten we de ne birname, ango ne jiyana niviskare xwe ye. Buyeren we di legana xeyalan de hatine vestirandin u pewendiya wan bi rastiye ve tune. Tene Amed rastiya rasteqin u lehenge serekin e, Ameda bi beden u bircen kevnare, bi pirsa kurd u Kurdistane u man u nemane, bi germa havinan u helikopteren hergav di asimanan de, bi Pira Dehderi u çeme Dicleye ku li jera bexçeyen Hewsele çiveke xwedayi dide xwe. Amude ji bi rasti heye u lehenge duyem e. Ew li Rojavaye Kurdistane bi du tiştan navdar e: xwinşeriniya şeniyen xwe u birinen dijwar ku neyaran, çi ji kurdan, çi ji biyaniyan, di cane we de vedane. Eger hin kes xwe di van rupelan de bibinin, ev yek e beri her tişti tesadufi, lehatini be u paşe nişana serkeftina romane u gerduniya mijara we be. Ma ke ji me rojeke ji rojan xwe di kesen weke Odiseos, Don Kişot, Mem u Zin, Rusteme Zal, Mirza Mihemed, Mirzaye Piçuk an Biyaniye Albert Camus de neditiye? Heftiyeke direj li Amede romana Amed, Amud u umide ye.
(Tanıtım Bülteninden)



Sayfa Sayısı: 176

Baskı Yılı: 2015


Dili: Kürtçe
Yayınevi: Avesta Yayınları
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: DE