Arkadaşını Davet Et


Ähnliche Produkte
Dansa Berber
Yaqob TilermeniTürkische RomaneDansa Berber

Dansa Berber (9786059017008)

0,00
Lieferant : Na Yayınları
Geldpunkte : 100
Strichcode : 9786059017008
Türkçe Romanlar 3

“di pirtûka ken kesey de lehengê bi navê reîs ê dîndeyûz ku xwe li lalîtiyê daniye, weke kamerayeke her vekirî hemû bûyer, qewam û kirinên rêvebirên nexweşxaneyê bi xwîner dide temaşekirin; lê, di pirtûka sirri ayhan de lehengê ku bi navê bedran ku bi nasnameya miriyekî bi navê can, weke xebatkarekî ji koma rêvebirên nexweşxaneyê bûyer, qewam û kirinên hovane yên pergaleke zordest ku gelên welatê xwe ber bi dînîtiyê ve didahfînin, ligel bişirîneke serê lêvan a xemgîn bi xwîner dide jiyandin.”

-Yaqob Tilermenî

“em li çîrokek wiha ya kaşkirinê; ne di romanekê de, ne jî di filîmekî de rast hatine. bi qasî karesatî ye, ew qasî jî wateyên kûr radigire. hinekî çîroka çexov, hinekî şolohov û simonov…”

-Feridun Andaç

“pirtûk li ser masa min e, lê nizanim ji ber çi bû min nikaribû rahiştayê û bixwenda. duh, min erebeya xwe ji bo tekerên wê yên zivistanî têximê, bir cem tamîrkarekî nas ê tirk. min got, 'hem tekeran û hem jî dohnê nefta wê biguherînin! ez ê li hundirê buroyê rûnim. ger we qedand agahiyekê bidin min.' wan karên xwe kirin, min jî dest bi xwendina romana dansa berbêr kir.

pirtûk bi van hevokan dest pê dikir: can, li ser êşa madê xwe ya ku digot, 'bi rojan e tiştek neketiye hundirê min' şiyar bû. weke di nava hewzekî de razabe, şil bû her derên wî. baş dizanîbû bê birçîbûn çi ye, deyaxkirina li birçîbûnê jî… lê madê wî hemû çek û rextên xwe girê dabûn, êrîşî ser wî dikirin. wê hingê mirov digot qey ne ez, lê sirri bi hilmijandineke dijwar dixwend. dengê wî di guhên min de bû. çavên min li hevokan qufilîn. rûpelan ez wergirtim ser baskên xwe, ez birim turkiyeya serdema 1980'yî û germa zer a adanayê.

-Kemal Yalçın


Basım Dili : Kürtçe
Basım Yeri : İstanbul
Sayfa Sayısı : 180
En / Boy : 13.5 / 19.5
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Tarihi : .2014
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: DE