li ser beyara dilê te
cot dikim
piştre eşêfê dikim
vedixwim ava tînşikandinê
ji wê koncala hingivîn
bi şerbikê devteng...
min ciwaniya xwe
di bîra çavên te de derbas kir
û
min pala xwe da
dêmçiyayên sorqemirî
di ber sîbera mijangên sîwanî de
di xew ve çûm
lewra
ez
çûkê sparteyê
hêlîna çavên te me...
(Tanıtım Bülteninden)
Internet Explorer tarayıcısının 9.0 ve daha eski sürümlerini desteklememekteyiz. Web sitemizi doğru görüntüleyebilmek için tarayıcınızı güncelleyebilirsiniz, güncelleyemiyorsanız başka bir tarayıcıyı ücretsiz yükleyebilirsiniz.