Sê lîstikên şanoyê yên Mîrza Metîn; Dîsko 5 No’lu, Bûka Lekî û Gor binhev re di kitebekê de kom bûn û bi navê “Lîstikên Tomerî” çap bûn.nDi pêşgotina berhemê de Berfîn Zenderlîoğlu wiha dinivîse: “Di wan her sê lîstikan de jî nivîskar wêneya rûbirû mayina mekanîzmaya ku însan xwe dike mehkûmê xwe dikêşîne. Hêma û metaforên ku bi kar tîne, mekanên ku ava dike (sê lîstik jî yek mekan in), lîstina bi zimên re, tekiliya wî ya bi zimanê gelerî û dengbêj û çîrokbêjan; hînbûna wî ya kurmancî (di 15-16 saliya xwe de dest bi hînbûna kurmancî dike û di 21 saliya xwe de hêdî hêdî dest bi axaftinê dike), navên ku ji bo karakteran hildibijêre, bikaranîna wî ya teknîkên vebêjiyê, têkiliya tekstên wî yê bi tekstên kevn û nivîskarên kevn û nûjen re, têkiliyanwî ya bi rabirdû re, pêşdîtinên wî yên dahatûyî, şahidiya wî ya hemdem û hest û hêza wiya manewî tekstên wî dikişine akordekî xweser û ji bo xwendekar û rejîsor û lîstikvan û temaşevanên xwe riya ceribandineke seyrî û cuda derdixe holê.” Ji “Dîsko 5 No’lu”nHucreyeke nîvtarî... Tora pîrevokan nava hucre û derdora wê dorpêçnkiriye. Cop, kêr, qelas û amûrên wek wisa li ser torê dardekirî ne.nErd tijî ava genî ye.nLi ser dîwaran “Xwedê tune, pêxember çû bêhnvedanê” dinivîse.nnJi “Bûka Lekî”nDi bin ronahiyeke romantîk de jinemankênek. Jinik rûken, esîl, porsor,nbejinzirav, narîn û lihevhatî ye… Cilne rengo-rengo li xwe kiriye.nDestekî xwe daye ser noqa xwe. Mêrikek tê maxezeyê û çawa Mankenêndibîne dikeve nav tenûra erdê û dilê wî dişewite.
Internet Explorer tarayıcısının 9.0 ve daha eski sürümlerini desteklememekteyiz. Web sitemizi doğru görüntüleyebilmek için tarayıcınızı güncelleyebilirsiniz, güncelleyemiyorsanız başka bir tarayıcıyı ücretsiz yükleyebilirsiniz.