Neteweperweriya kurdî aniha xwedî projeyekî ji hev cuda, beş bi beş, jêkdabirî û xwedî taybetiyeka herêmgerî ye. Her ji destpêkê ve, her perçeyên xwe di nav cografyayeka civakî û siyasî ya jêkdabirî, lawaz û wêraniyeka kulturî de dîtiye. Ew, bereksê neteweperwerên ereb, fars û tirk, samaneka mezin a fikrî, siyasî nebûye da ku binemayeka epîstemolojîk û îdeolojîk ji bo xwe durist bike û alîkarî hindê di pêwenda "xwe'' û "wî'' de, diyardeyên dewrûberan têbigihe, yan cure keleheka fikrî û kulturî li hember êrîşên kulturî û siyasî yên neteweyên serdest ji bo xwe dabîn bike. Yanî neteweperweriya kurdî, ji ber van şert û mercên dîrokî, bi bêhêzî û tênegehiştina xwe ve nekariye sîstemeka fikrî-îdeolojîkî û epîstemolojiyeka taybet ji bo xwe hilberîne, ku ji xwe û pêwendiyên di gel "ên dîtir" û "wî'' de, bi diyardeyên siyasî, îdeolojîk û kulturî ve saz bike, lê her hewl daye xwe li gel wan biguncîne. Bereksê wê, di hemî qadên xwe ve çavlidestî neteweperweriya neteweya serdest û ronakbîrên wan bûye. Ji sîstema fikrî-îdeolojîk ya wan ku berhema ezmûna civakên wan bûn, hinek çemk û tovên (toxim) epîstemîk û îdeolojîk wergirtine da ku rastiya civaka xwe pê ve biguncîne.Min berê di çend kitêb û nivîsarên din de îşaret bi neteweperweriya kurdî kiribû. Ev kitêba berdest birrek behs li xwe digire, di vî warî de hewldanek din pêk tîne. Dixwazim ronahî bixe ser hinek hêl û aliyên din yên neteweperweriya kurd, taybetî jî bi pêwendiyên digel kultura kurdî ve.
(Tanıtım Bülteninden)
Internet Explorer tarayıcısının 9.0 ve daha eski sürümlerini desteklememekteyiz. Web sitemizi doğru görüntüleyebilmek için tarayıcınızı güncelleyebilirsiniz, güncelleyemiyorsanız başka bir tarayıcıyı ücretsiz yükleyebilirsiniz.