Derheqa terîqa (dîrok) kurda da êpêce lîtêratûr heye bi gelek zimanan. Miqabilî wê yekê hene ulimdar, mîsîonêr û merîyêd din, mesele, çawa Sonê îngilîs, Rîtêrê alman û yêd din, dibêjin, wekî lîtêratûra kurda kevin tune. Ewana rast nabêjin. Qurna pênca da destpêkirî, berî dewrana me heta niha êpêce edebîyeta terîqî û ya mayîn derheqa cimaeta kurda hatîye neşirkirin bi zimanêd erebî, kurdî, farizî, ûrisî, ermenî, almanî, îngilîzî, tirkî û yêd din. Terîqzanê kurda yê eyan Şeref-Êddîn (Şerfxan) qerna 16a terîqa kurda û şerê wan miqabilî zevtçîya (dagirker) nivîsiye. Navê kitêbê Şeref - nameye. Çawa bîblîografîya nîşan dide, hema Son bi xwe derheqa kurda, terîq, rabûn-rûniştina wana da êpêce xebatêd ulmî nivîsîne, hilbet ser nêta kolonîzatorîyê.
(Tanıtım Bülteninden)
Internet Explorer tarayıcısının 9.0 ve daha eski sürümlerini desteklememekteyiz. Web sitemizi doğru görüntüleyebilmek için tarayıcınızı güncelleyebilirsiniz, güncelleyemiyorsanız başka bir tarayıcıyı ücretsiz yükleyebilirsiniz.