Arkadaşını Davet Et


Recep DildarKürtçeGuregup
Recep DildarKürtçeGuregup

Guregup (9786257304023)

0.0
Provider :
Money Points : 0
Discount Rate : %45 Discount
Vat included : $30.53
Discounted : $15.69  + VAT
Vat included : $16.79
Barkod : 9786257304023

Dengê bilûrê dinya dagirt.
Bi bihîstina awaza bikeser û axîn, hemû şênîyên derdorê berê xwe dan ser Pira Dehderî. Dengê bilûrê dermanê hemû dilan bû. Ji bo derd û kulên ku di nav dil de asê mabûn û her roj ji nû ve jan didan, ew dengê xemrevîn wekî bayekî hênik bû, êşa birînan dikewand. Xem û kulên ku bi salan di nav bîra dil de zeng girtibûn, yeko yeko li ser baskên teyrikan siwar dikir û bi ber asoyên dûr ve difirand. Stranên ku di nav tûrikê dil de hatibûn jibîrkirin, bi bihîstina dengê bilûrê re, bi ruh û can dibûn, bi ser zimanan diketin. Di nav beroşa dil de, ciwanîya bicoş, rojên xweşî û şahîyan ji nû ve bi kel diketin. Keser û axînên ji nav dil û hinavan hildikişîyan, li ser zimanên kal û pîran, li nav hev diketin. Şênî careke din bi êşa xwe dihesîyan, bi ber mirîyên xwe diketin.

 

(Tanıtım Bülteninden)

 

cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: EN