Berhemeke nû ji Kawa Nemir: “Soneyên Sewdaser” Berhema nû ya Kawa Nemir “Soneyên Sewdaser” derket. “Jejerûna dest li ser xezaînê di Qarûn! Xwedana mecmû‘ê wezn û qîrata şi‘êrê! Ya bi şev û rojan civandime ez wekî nûn! ‘Esrê dilşad dike bi kelamên xêr û bêrê Bezma şadimane ye ev elem û ev qelem, ‘Elem e ‘alî li banê gerdûna Kelamê, Qelem e bi nalî wer dikişe bi lemelem, Şehsiwara Xawerê! Zar kiriye ‘elamê... Ev ‘alema xwanende û bezlego û çengî, Tevî Te, rûçikê xwe yê hesret reş bikin jî, Biçerçirin, min beş bikin, her bikine dengî, Min xezaîn tomar kir, bila nizanibin jî... Li şûna tîtikên cîhana ku hat û bat e, Çi ku, min bedewiya berbad peyda kir bo Te.” Soneyên Sewdaser Kawa Nemir
Internet Explorer tarayıcısının 9.0 ve daha eski sürümlerini desteklememekteyiz. Web sitemizi doğru görüntüleyebilmek için tarayıcınızı güncelleyebilirsiniz, güncelleyemiyorsanız başka bir tarayıcıyı ücretsiz yükleyebilirsiniz.