“Şêx Adî ji Lalişê çil mêr dişîne Çiyayê Şêngalê da ku Şerfedîn biparêzin. Yê ku ji van çil mêran re serkêşiyê dike Brahîm e. Her çil mêr tên ba Şerfedîn. Ji wan re tê gotin Behdîn ango Xwebexş. Ew çil mêr Şerfedîn û Çiyayê Şengalê diparêzin. Ji deverên Çiyayê Şengalê jî mêr dihatin Çilmêran. Li Çilmêran şêx û pîr li hev diciviyan. Ji wê demê pê ve li ser serê girê Çilmêran qube tim hebûye. Di qubeyê de serderî (micêwir) disekinin. Vana xwedî li qube derdikevin û çirayê pê dixin.”
Internet Explorer tarayıcısının 9.0 ve daha eski sürümlerini desteklememekteyiz. Web sitemizi doğru görüntüleyebilmek için tarayıcınızı güncelleyebilirsiniz, güncelleyemiyorsanız başka bir tarayıcıyı ücretsiz yükleyebilirsiniz.