Arkadaşını Davet Et


Benzer Ürünler
Celadet Ali BedirxanKürt EdebiyatıRuniştiman
Celadet Ali BedirxanKürt EdebiyatıRuniştiman
Celadet Ali BedirxanKürt Edebiyatı KitaplarıRunıştıman

Runıştıman (9786059082686)

0,00
Para Puan : 100
Barkod : 9786059082686

Nivîsên Celadet Alî Bedirxan ên li ser welat û bajaran ku di kovarên Hawar û Ronahî de çap bûbûn, bi navê "Rûniştiman / Dersên Cexrafyayê" wekî kiteb di nav weşanên Avesta de derketin.

"Sînemxan! Wê rojê gava min tu dibirî dibistanê bi rê ve te ji min re bi fransizî strand.
Piştî ko te xwendina xwe qedand, te ji min pirsî: Bavo di Hawar an Ronahiyê de ji bo zaroyên kurdmancan tiştekî bolê heye? Jê re bi fransizî "géographie-cexrafye" dibêjin.
Min, bêî ko ez bidim eqilê xwe, li te vegerand û got: Belê heye, ma çawan nîne.
Ji xwe em gihaşti bûn dibistanê. Me xatir ji hev xwest û em ji hev veqetiyan.

Min ev tişt, ji xwe ji bîr rakiri bû. Lê êvarê, gava tu vegeriyayî mal, tête bîra te, tu hatî defterxana min û te ji min re got:

Bavo, ji kerema xwe, ji min re cexrafya bi kurdmancî bixwîne.
Ez bêgav ma bûm. Ji bo dilxweşiya te min Hawarek kire destên xwe û min ji te re, jê çîrokin xwendin. Ew çîrok di Hawarê de nîn bûn. Min ew bi hilketina şihra ko berî nîvro te ji min re xwendi bû, li hev siwar dikir û ji te re dixwend.

Nizanim çawan bû, piştî çend rojan çîrokên ko min ji te re hingê goti bûn, hatin bîra min; min ew hinek edilandin, ser û guhên wan çêkirin û ji wan derseke cexrafyayê pêk anî.
Ez wê dersê îro çap dikim. Heke careke din te ji min cexrafya bi kurdmanci xwest, nema cih li min teng dibe. Heke Xwedê hez kir ezê ji te re dersine din jî binivîsînim."
-Celadet Alî Bedirxan-

Dersên cexrafyayê û hemû nivîsên li ser bajar û welatan ên "Hawar" û "Ronahî" di Rûniştiman de kom bû.
(Tanıtım Bülteninden)



Sayfa Sayısı: 144

Baskı Yılı: 2016


Dili: Kürtçe
Yayınevi: Avesta Yayınları
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: TR