Arkadaşını Davet Et


Benzer Ürünler
Virginia WoolfTürkçe RomanlarOdeyek Ji Bo Xwe
Virginia WoolfTürkçe RomanlarOdeyek Ji Bo Xwe
Virginia WoolfTürkçe RomanlarOdeyek ji bo xwe

Odeyek ji bo xwe (9786257253307)

0,00
Para Puan : 100
Barkod : 9786257253307
KÜ-2

Yek ji metnên herî girîng û naskirî ji lîteratûra jinê “Odeyek ji bo Xwe” êdî bi kurdî ye.

n

Virginia Woolf di vê ceribana berfirehkirî de, ya ku ji du axaftinên wê yên sala 1928an li kolejên xwendekarên jin ên Girton û Newnhamê pêk tê, dibêje jin bêyî pere û odeyeke ji bo xwe, bêyî serbestiyê nikarin afirînerî û dehaya zihnî li gor dilê xwe bidin der. Wek palpiştiya vê fikra xwe, karaktereke xeyalî diafirîne, gelo xwişkeke Shakespeare a xwedî qabiliyet hebûya, serpêhatiya wê ê çi bûya? Woolf, ji berê heta roja xwe şert û derfetên herdu zayendan û tesîra vê yekê ya li ser nivîsînê nîşan dide, raberî me dike bê serdestî, şîret û piçûkxistinên mêran çawa wextekî nivîsîna jinan qutifandiye. Temsîla jinan a di edebiyatê de û rewşa wan a jiyana rastî berawird dike, ji yên mirî ta yên sax ên serdema xwe, çav û hişê xwe li berhemên mêran, ên jinan digerîne. Bêyî navê hînkeriyê, bi rêya romannûsa xeyalî Mary Carmichael, çirayekê pêdixe û jinên dil hene binivîsin gav bi gav ber bi hunera nivîsînê ve dibe, nivîsîneke ji qehr û keser û gazin û hêrsa sedan salan şûştî, ya li ser her mijarê û bê texsîr. Wek asteke kemilî û berz, qala hişê duzayend dike û dema vê barana fikran dibarîne, me jî li keştiyekê siwar dike û di nav bi dehan nav û rûyan, deng û peyvan de dibe rêwîtiyekê.

n

 

n

(Tanıtım Bülteninden)

n

 

cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: TR