Arkadaşını Davet Et


Benzer Ürünler
Salih AkinGenel KonularLekolinen Zimannasiya Kurdi
Salih AkinGenel KonularLekolinen Zimannasiya Kurdi
Salih AkinGenel KonularLekolinen Zimannasiya Kurdi

Lekolinen Zimannasiya Kurdi (9786055279301)

0,00
Marka : Salih Akin
Para Puan : 100
Barkod : 9786055279301
10-20 Euro Kitaplar

Lêkolînên zimannasiya kurdî

Xebata Salih Akin a bi navê "Lêkolînên zimannasiya kurdî" di nav weşanên Avesta de derket.

Ev pîrtûk encama xebat û lêkolînên 15 salan in ku min li Zankoya Rouenê, li Fransayê, li ser zimanê kurdî pêk aniye. Hin ji van xebat û lêkolînan wek gotar di konferansan de hatin pêşkeşkirin û hin ji wan jî wek meqale di kovaran de çap bûn. Zimanê sereke yê van lêkolînan pirranî fransî ye, çend lêkolîn bi ingilîzî û çendin jî bi kurdî derketin. Belavbûna kovaran, astengiya bidestxistina wan, û herwiha zimanê fransî ku ji bo kêm lêkolîneran re nas e li me ferz kirin ku em van lêkolînan berhev bikin, wergerînin kurmanciyê û wek pîrtûk çap bikin. Wek xwendevanên vê pirtûkê dê bixwînin, lêkolînên di vê pirtûkê de ji nêrînên normatîv dûr in. Ziman bi metod û teoriyên zimannasiyê hatiye vekolîn.

Pîrtûk ji çar beşan pêk tê. Naverokên wê bi pirsgirek û minaqeşeyên curbecur ên zimanê kurdî re peywendîdar in. Beşa yekemîn çend babetên zimanê, wek alfabeya latînî, peyvên biyanî yên di zimanê de, guherînên di zaravayê kurmancî de dikole. Beşa duyemîn li ser rewşa zimanê kurdî li diyasporayê diraweste. Perwerdeya bi zimanê kurdî û pirsgirêkên kurdolojiyê babetên beşa sêyemîn in. Beşa çaremîn jî rola zimanê di siyaseta dagirkirin û înkara kurdan û di binavkirina kurdan û welatê wan de dikole.



Sayfa Sayısı: 296

Baskı Yılı: 2013


Dili: Türkçe
Yayınevi: Avesta Yayınları
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: TR