Dîwana Ce’ferquliyê Zengelî bi navê “Le Xakê Xurasanê” bi alfabeya latînî çap bû. Dîwan ji aliyê Mehdî Jafarzadeh û Mehmed Salih Bedirxan ve hatiye amadekirin.nCe’ferquliyê Zengelî ku yek ji şaîrê klasik ê Xorasan e di sala 1799annde li Qûçanê hatiye dinyayê û temenê xwe li wir derbas kiriye. Ne qet‘î jî be derdora sala 1894an koça dawiyê kiriye. Ce’ferqulî li gelek herêmên Îranê, Turkmenistanê geriyaye û di helbestên xwe de navê wan herêman jî hilaniye. Bi tirkî, farisî û erebî jî helbestnnivîsandine. Di qesîde û xezelên xwe de cîh daye beytên farsî û tirkî. Li gor lêkolînerên Xorasanê Zengelî weke hocanın serdema xwe bêyî xwendin û nivîsandinê fêrî gotina helbestan bûye.n“Lêvnazik pistedehan zimanê te engebînnWe husnê te tunîni le Xeta Çîn û MaçînnBedensîm kirasherîr le xwa kir çeka sengînnNavê ‘işqê tu megir cîgerê min meke xwînnSîngê te baxê Irem we xwa guleke rengînnJe ‘işqê te le min bû dunya qaf û fê û sînnWe xwa tutiya xezelxan bejnê te nexlê ‘er‘er”n“Ez ji vê pirtûkê pir bihêvî me û dilniya me weşandina dîwana Ce‘ferqulî, têkiliya navbera Kurdistana mezin û kurdên xerîb ênnXorasanê zêdetir bike û bibe destpêka hevnasîneke ciddî, herwiha bibe sedema geş û xweştirbûna çand û ziman û wêjeya kurdî.”nElîreza Spahîlayîn (Kawa Zêdî)
Internet Explorer tarayıcısının 9.0 ve daha eski sürümlerini desteklememekteyiz. Web sitemizi doğru görüntüleyebilmek için tarayıcınızı güncelleyebilirsiniz, güncelleyemiyorsanız başka bir tarayıcıyı ücretsiz yükleyebilirsiniz.