Li ser yarsanan çavkaniyeke girîng: Kurdên Yarsan (Dîrok û Mîtolojî)nLêkolîna Shahab Vali “Kurdên Yarsan (Dîrok û Mîtolojî)” di nav weşanên Avesta de derket. Xebat ji aliyê Sevda Orak Reşitoğlu ve ji fransî bo kurdî hatiye wergerandin.nShahab Vali, di pêşgotina çapa kurmancî de dibeje: “Çavkaniyên ku bi piranî destxet in û nehatine çapkirin, bingeha vê berhemê pêk tînin û berhevkirina wan di sala 1988an de li herêma Gûranê dest pê kir. Lêgerîn û berhevkirina van berheman heta sala 2008an berdewam kir. Di vê pêvajoyê de analîzkirina van berheman bû mijara xebatên min ênnmaster û doktorayê jî her wiha.nEncama lêkolînên ku min li ser kurdên yarsan kirin, di sala 2011an de bi fransî wek pirtûk çap bû û ev çavkaniyên ku dikarin wek bingehek ji bo çanda kurdan bêne hesibandin û heta wê demê nehatine zanîn, cara ewil wek xebateke akademîk ji bo têkildaran hat pêşkêşkirin.nBerhema li ber destê we ji ya fransî cudatir e. Ango, ji ber kunmuxatabê pirtûkê bêtir xwendevanên kurd in, hin beş jê hatin derxistin û hin beşên nû li ser hatin zêdekirin.” Shahab Vali di vê xebatê de kurdên yarsan, bîrûbaweriyeke nepenî anKurdistanê bi me dide naskirin; dîrok, bawerî û mîtolojiya wan analizndike
Internet Explorer tarayıcısının 9.0 ve daha eski sürümlerini desteklememekteyiz. Web sitemizi doğru görüntüleyebilmek için tarayıcınızı güncelleyebilirsiniz, güncelleyemiyorsanız başka bir tarayıcıyı ücretsiz yükleyebilirsiniz.