Arkadaşını Davet Et


Benzer Ürünler
Tekin ÇifçiKürt EdebiyatıKlam u Jin
Tekin ÇifçiKürt EdebiyatıKlam u Jin
Tekin ÇifçiKürt Edebiyatı KitaplarıKlam ü Jin

Klam ü Jin (9786055053277)

0,00
Para Puan : 100
Barkod : 9786055053277
10-20 Euro Kitaplar

Dîroka xebatên folklorî gelekî kevn e. Di qirnê navîn de hin zanyar û wêjevanên Awrûpayî dest bi berhevkirina xebatên folklorî kirine. Folklor û çanda devkî du qadên têkilî hev in. Têkiliya çanda devkî û wêjeya devkî, têkiliya wêjeya devkî û ya nivîskî bûye mijara gelek xebatan. Di nava Kurdan de dengbêj, “bîra devkî” ya civakê ne. Her tiştê têkilî jiyanê, di nava vê bîrê de ye. Dengbêjan bi berhemên xwe, bandoreke mezin li ser wêjeya nivîskî kirine. Pêşketinên civakê, têkiliya navbera folklor û hin dîsîplînên din yên wekî dîrok, zimanzanî, erdnîgarî, wêje û mirovnasiyê eşkere kiriye. Dîroka xebatên bi navê folklorê digihîje sed û şêst û şeş sal berê. Cara yekemîn, W. J. Thoms, di sala 1846an de bi navê “folklor”ê gotarek nivîsandiye. Jê pêve li gelek welatên cuda, bi navê folklorê gelek xebat hatine kirin. Kurdan jî ji nîveka sedsala XIXan û şûnde dest bi berhevkirina berhemên folklorî kirine. Wekî her gelên dinyayê, di nava gelê Kurd de jî di afirandin û domandina folklorê de jinan roleke sereke lîstine. Jinan di her beşa folklorê de peywireke girîng hildane ser milê xwe û ew bar bi serbilindî û serfirazî gihandine roja îro. Jinan hebûna xwe spartine kilaman û hemû hest, raman, êş û taybetiyên xwe yên cinsî bi kilamkî strane. Statûya jina Kurd ya di nava malê û civatê de hêjayî xebateke berfireh e. Lê ji ber ku statûya jinan jî di nav kilaman cih girtiye di vê xebatê de wekî destpêkekê beşek ji bo vê mijarê hatiye veqetandin. Ji ber ku bingeha xebata me li ser kilaman hatiye avakirin, me jî bi awayekî berfireh rola jinê, statûya wê ya di deng û kilamên Kurdî de nirxandiye. Jin carinan bûye kirdeya stranê, carinan jî bûye biresera stranê. Gelek aliyên jinê, li gor armanca vê xebatê, bûne mijara lêkolînê. Lê hevpariya hemûyan jî yek e, ew jî jin e.


(Tanıtım Bülteninden)


Medya Cinsi: Ciltsiz


Sayfa Sayısı: 208


Ebat: 14x21


İlk Baskı Yılı: 2017


Hamur Tipi: 2.Hamur


Baskı Sayısı: 1. Basım

cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: TR