Hîmên afirandina dewlemendiyê ji bo hemû civakan li ser rê- gezên gelekî girîng ên giştî yên derbasdar in. Ev rêgez bêyî ku mirov wan bi awayekî armanckirî û bi zanebûn bisêwirînin weke encama tevgera mirovan derketine holê. Bi peresînê heta roja me hatine û ji aliyê tu kesî nehatine dahênan.nPergala nirx û bihayan bûye amûra jêveneger a afirandina dew- lemendiyê. Hiştiye ku zanînên qetqetî ku di hişê mirovannde belavbûyî ne bi awayekî bandorker werine bikaranîn.nPergala nirx û bihayan weke ofîseke gelekî mezin a zanîn û pêş- niyarkirinê dixebite ku tevger û daxwazên mirovan kontrol dike. Gelek caran sînorên têgihîştina mirovan derbas dike û bi saya pêvajoya hilberînê ya nûwaze û têkilhev dihêle kundewlemendî were afirandin.
Internet Explorer tarayıcısının 9.0 ve daha eski sürümlerini desteklememekteyiz. Web sitemizi doğru görüntüleyebilmek için tarayıcınızı güncelleyebilirsiniz, güncelleyemiyorsanız başka bir tarayıcıyı ücretsiz yükleyebilirsiniz.