Arkadaşını Davet Et


Benzer Ürünler
Tosine ReşidRomanÇiya
Tosine ReşidRomanÇiya

Çiya (9786055585754)

0,00
Para Puan : 100
Barkod : 9786055585754
Türkçe Romanlar 3
KÜ-5

Çîrokên nû yên Tosinê Reşîd, bi navê “Çiya” di nav weşanên Avesta de çap bûn. Berê jî kitêba nivîskar a çîrokan “Min bêriya şevên spî kiriye” derketibû.
n(Ji çîroka “Çiya”)
n“Ew Çiya ne xalî bû.
nEw Çiya xweyê hêzeke batinî bû, pîroz bû.
nJi ber vê jî çiyayên mayîn çavnebarî lê dikirin, hesûdî lê dikirin û ji sê aliyan ve ew dorpêç kiribûn û diguvaştin ser hev. Lê dîsan jî wî serê xwe bilind kiribû û bi bînfirehî ji jor de li wan mêze dikir. Di nêrîna wî de tu hêrs, tu dilmayîn tune bû. Berovajo, di wê nêrînê de xwebawerî hebû, têgihîştina mezinayê hebû, lêborîn hebû.
nWî zanibû ew ne tayê wan e!
nGor gotina gotiya di salên xortaniya xwe de ew Çiya gelekî bi hêrs bûye, bînteng bûye. Gava go hêrs dibû, lê-lê bû dinyayê xirab bike, agir ber diçû, ji dev û firnên wî agir, alavê dida der.
nLê bi sal û dewranan re hêrsa wî datîne, bîna wî fire dibe.
nÛ niha kolozekî spî daye serê xwe, şereke spî lê pêçaye, rîşiyê şerê ser xwe de berdane û mîna kalê zemander cîhana dor xwe mêze dike.
nXelkên dorê gişk ji wî re ‘Çiyayê pîroz’ dibêjin, ew gişk baweriya xwe bi wî tînin, rojên dijwar xwe dispêrine wî. Gava sond dixwin, dibêjin: ”Ez bi Çiyayê pîroz kim.” Ew sond ji bo xelkê deverê kêrta kêvir e, çi gilî-gotin hebin, ew gotina dawî ye, ew gotin serê lodê digire.”

nn

(Tanıtım Bülteninden)

nn

 

n
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: TR