Arkadaşını Davet Et


Benzer Ürünler
Çetin LodiYabancı Dilde KitaplarÇaven Şevini
Çetin LodiYabancı Dilde KitaplarÇaven Şevini
Çetin LodiYabancı Dilde KitaplarÇaven Şevini

Çaven Şevini (9786257085168)

0,00
Tedarikçi : Na Yayınları
Para Puan : 100
Barkod : 9786257085168
KÜ-2

Ev sedan sal in welatê me di bin nîrê mêtinkariyê de dinal e.Ji her tiştî bêhtir zilm û stemkariya li ser zimanê me kiriye ku gelek kes xwe jê dûr bikin. Nebûna perwerdehiya bi kurdî û pêla bişavtinê derbek mezin li wêjeya kurdî jî xistiye. Bikarneanîna zimanê kurdî ne tenê kir ku ziman qels bibe, lê helbesta li ser hîmê xwe bejnavêtî jî wek dara bêpel û kulîlk çîptazî bimîne.

n

Helbest di nav beşên wêjeyê de ya herî resen û xweser e. Lew helbest bi peyvan tê nivîsîn û em zanin ku her peyvek xwedî deng, reng û wateyeke ferhengî ye, helbestvan peyvê ji nû ve bi hêz û şiyan dike.Vêca helbestvan ew kese yê hay ji efsun û raza peyvê heyî.

n

Helbest beriya her tiştî lihevkirina hest û hîsan e.Jidilbûn û hogiriya dil e. Helbestvan ku bi van pîvanan helbesta xwe dariştibe, bêguman wê bikaribe dengê xwe ragihîne xwendevan.

n

Çetîn Lodî, bi vê berhema xwe ya helbestan aha dide ser vê rêya qedîm ya bav û kal an. Ew zane peyva ku bi paşxana xwe nikare temsilîyeta çand û kevneşopiya me bike bi kar naîne. Lodî, bi zimaneke henûn, bi hest û hîsên kubar yê kurdekîgeh hêrs,coş,xemgînî û neçariya xwe vedibêje. Bi peyvên bi teql ku dengbêjiya kurdî de bûne berdevkê mêrxasî û berxwedana tê-koşeran bi kar tîn e.

n

Zimanê rewan, sade û vegotina wî ya jidil dike ku xwendevan bi xwendina her helbestê têkeve nav pirs û mitalan. Bê guman serkeftina helbestkarekî li ser van stûnan bilind dibe.

n

Çetîn Lodî, zêde dûr naçe, bûyer û qewimînin duh û îro pêkhatîne bi zimanek helbestî raberî me dike. Ji ber vê jî dibêjim tahma nanê tenûrê,bêhna kûlîlkên nû vebûyî jê difûre.

n

Çetîn Lodî bi her helbestek xwe bûye deng û giyanê vê xakê;

n

 

n

We tahir kûşt,

n

We qasid kûşt,

n

We sinç kûşt,

n

Ma we ji xwe,

n

û ji me re,

n

çi hişt…!?

n

 

n

(Tanıtım Bülteninden)

n

 

cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: TR