Arkadaşını Davet Et


Benzer Ürünler
Selahattin BulutDiğer Ülke EdebiyatlarıBihuşta Lal
Selahattin BulutDiğer Ülke EdebiyatlarıBihuşta Lal
Selahattin BulutDiğer Ülke EdebiyatlarıBilhuşta Lal

Bilhuşta Lal (9789944382007)

0,00
Para Puan : 100
Barkod : 9789944382007
5-10 Euro Kitaplar
KÜ-3

Rêwîtiyek ber bi welatê stêrkan ve...
Çapa duyem a 'Bihuşta Lal' derket

Yekem kitêba çîrokan a Selahattin Bulut, 'Bihuşta Lal' bi çapa xwe ya duyem derket pêşberî xwendevanan. Yekem çapa 'Bihuşta Lal' 2006an derketibû. Kitêba din a Bulut, 'Xadim' jî di van rojan de çapa xwe ya duyem kiribû.

Ji kitêbê

Muawên bi rêketina otobusê re li bayê bezê xwe çengî destikê deriyê dawiyê dikir, lingê xwe yî çepê diavête aliyê hundir ser pêlikê, yê rastê jî li derve di valahiyê de li ba dikir. Car caran qeweta xwe berî ser destê xwe yî bi destikê derî ve dida, ser û sîngê xwe di deriyê nîvvekirî re dirêjî derve dikir û bi dengekî aza bang dikir:
'Diyarbekir! Diyarbekir!'

Otobus hêdî hêdî di ber Ziyareta Darburê, di ser Kaniya Kulêbê re, li ser riya axînî, di nav toz û dixanê de dibû wek gilokek ewr, Dêrik li pêy xwe dihişt û diçû. Di ber Kevirê Kerr re derbas dibû, di Kaşê Ziyareta Xêratkê re bi ser Garê Rezê Dêwid diket, di ber Gundê Taşîtê û di nav Gundê Dêşanê re dibihurî, di Deştegewrê re qiyameyî Kaşê Şermixê dibû û di ber Bendê Rezan re dikete nava Qezaya Şermixê. Piştî bêhndayînekê di ber Gundê Tawisiyê re xwe digihande Avgewr, di nav Qezaya Çinara Avî re dibihurî û di rexê Şetê Dîcleyê re qiyameyî nava Bajarê Diyarbekrê dibû.



Sayfa Sayısı: 72

Baskı Yılı: 2012


Dili: Türkçe
Yayınevi: Avesta Yayınları
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: TR