Di zargotina Kurdî de, beyt jî wekî çîrok, stran, destan, lorîk, dûrik û gotinên pêşiyan ciheke xwe yê girîng heye. Peyva beyt, her çend ku di lîteratura edebiyata klasîk de ji bo malikên helbestê bête gotin jî, lê di zargotina Kurdî de ji bo stranên dînî yên bi ritmîk tê bikaranîn. Ev beyt, di tekkyên sofiyan de bi pirranî ji hêla beytbêjan, bi arîkariya erbaneyê ve tê gotin. Meriv dikare bibêje, ev cûreyekî edebiyata tekkeyê ye jî.
Berhevkarê van beytana Mehmet Bozkoyun ji gelek beytbêj, terîqet û kasetfiroşan ev beytana berhev kirine û di vî warî de valahiyek dagirtiye.
Internet Explorer tarayıcısının 9.0 ve daha eski sürümlerini desteklememekteyiz. Web sitemizi doğru görüntüleyebilmek için tarayıcınızı güncelleyebilirsiniz, güncelleyemiyorsanız başka bir tarayıcıyı ücretsiz yükleyebilirsiniz.