Arkadaşını Davet Et


Mehmet ŞarmanÖyküBermayiyen Deme
Mehmet ŞarmanÖyküBermayiyen Deme
Mihemed ŞarmanHikaye (Öykü) KitaplarıBermayiyen Deme

Bermayiyen Deme (9786059082051)

0,00
Para Puan : 100
İndirim Oranı : %55 İndirim
KDV Dahil : $20.62
İndirimli : $8.67  + KDV
KDV Dahil : $9.28
Barkod : 9786059082051



Sayfa Sayısı: 112

Baskı Yılı: 2014

5-10 Euro Kitaplar
KÜ-3

Duyemîn kitêba çîrokan a Mihemed Şarman di nav weşanên Avesta de derket. Yekem kitêba çîrokan a Şarman "Pirça Winda" 2010ê derketibû
-Ji çîroka "Miriyên Roja Yekşemê"-

Belê em du kes bûn û me herduyan jî melevanî nizanibû, lewre ne li cihê ku me lê danîbû ne jî nêzîkî vî bajarî deryayek an golek hebû. Lê me hê ji wan kesên ku li ser pişta hespê xwe di halê rêveçûnê de ji qutîkeke taybet cixare dipêçan re rêz digirt. Hezkirina camêrekî li hember kevne tivinga wî, bikaranîna wî ya pisporî hê em dikirin nav kelecanê. Afîş û wêneyên kevn li çayxaneyên xewle, gotegotên li ser dezgehê erebokê cigerciyan, li pişt kamyonan, lixwekirina gomlekekî nû yê Şahê Bedoyî bi vekirina sê bişkokê jorîn li ser bextê reş e pirça defa singa wan, fotoyên wesîkayî ku ligel berçavkên rojê li hundir hatibûn kişandin, daliqandina wêneyekî xweşjinekê li qaşo menzelê kedkarê avayîçêkeran em xemgîn dikirin. Me xweziya xwe bi bayê sibê, dilopê ser pencereyan, kaniya nava gund, kevçiyê nav çayê dianî. Ne ku em ji hedê tolazî û xodbûne derbas bûbûn me berê xwe dabû aramiyê da me ev yek dixwest. Ne ji hebûna rasterast ji tunebûna lotikavêtina nav hevalan, ger û geşta metropolan, kêf û şadiya ji dil.

"Şarman gelek caran ji bo mijara çîrokên xwe heta bêje mijarên siyasî an civakî hildibijêre, lê bi saya zimanê xwe yê îronîk, alegoriyê xurt te'ma wêjeyî di bin barê mijarên giran de namîne; ne bi edayeka dîdaktîk, ne ku şîretan li xwendevan bike an wan ajîte bike ji bin vî barî radibe. A herî girîng Şarman bi asoyeke fireh li civaka xwe dinêre û wê baş nas dike, lewma tevî zimanê wî yê mizahî (ev mizah raste rast ji têkoşîna wê ye bi êşê re tê) û hunandina hosteyî, çirokên wî ewqas serkeftî ne."
-Fexriya Adsay-

"Her dem, her nifş her bizav û cureyên wêjeyê di serboriya xwe de hin lawikên şûm derxistine. Şûmê wêjeya kurdî ya vê serdemê jî Mihemed Şarman e. Wî bi mîzaheke xurt, di yekem berhema xwe de ji bo cureya çîrokê asteke bilind danî. Vê carê Şarman li ser wê mizaha xurt kamilbûneke rûniştî lê kiriye."
-Ferzan Şêr-
(Tanıtım Bülteninden)



Sayfa Sayısı: 112

Baskı Yılı: 2014


Dili: Kürtçe
Yayınevi: Avesta Yayınları
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: TR